Sedat Gezgin – Béçalakîtî, Dosa KCK’é û Siyasetwanén Rehîne

Pirsgireka Kurd nezikî 30 sal e ji boy ser çareserkiriné li ser masé ye.  Herdî alîyan nezikî 30 salan şerkirin. Di wé şeré de 50 hezar mîrov hatin kuştiné. Paşé 1990’an dewleta Tirk şeré qiréj dijî Kurdan pozberkir. Di wé şeré qiréj de 17 hezar welatparézén Kurd hatin kuştiné û 4000 gund û kom hatin valakiriné.

Paşé 1990’an 10 hukmat hat damezirandiné. Tansu Çiller qala modéla Bask’é kir. Dema ANAP’é Mesut Yılmaz got “Réya yekitîya Ewrupa’yé ji Amed’é diçe.” Serokwezîr Erdogan “Pirsgireka Kurd pirsgireka mine” got. Serokkomar A. Gul “İsal tiştén baş çédibe.” got. Lé wan gotinén giştî sexte derketin û béçareserîtî dijî Kurdan hat pozberkiriné û niha jî daxwaza dewleté ewe kû, Tevgera Azadiya Kurd bila bé tesfîye kiriné.

Sazîyén dewleté di pirsgireka  çareserkirina Kurd de her tim du rû tevgeriyan. Dewlet û partîyén deshilatîyé li ser taktîkan dilîzin. Ew him qaşo pirsgireka Kurd çareser dikin û an jî ji boy wé awayîyé xuya dibin. Di alîyé din de dixwazin ku Tevgera Azadîya Kurd tune bikin.

Serokwezîr Erdogan li  Kızılcahamam’é di axaftina xwe de  got. “ Welaté me zimané xwe bi fermî Tirkîye. Zimané Kurdî bi fermî welaté me perçe dike. Gelé Kurd karî ku zimané xwe di qursan de hînbikin. Me gelek reform çékir û ew jî ji boy Kurdan re bese.”  Ango wé daxuyanîyé serokwezîr Erdogan, hertişt ji nuhwe despé dike û dewleta Tirk disa inkara Kurdan ténî rojevé.

Deshilatîya AKP’é li Kurdistan’é hesé olîyé  dagirkerî dike. Lé AKP serfiraz nebû. Niha jî Fetullah Gülen li Kurdistan’é ji bona dewleté kara olî dimeşinî. Tarîkata F. Gülen li Kurdistan’é qursén Kurané, qursén zanaatan û Férgehén Zanîngehan avadikin. Ciwanén û Xortén Kurdan, yén ku tén wan sazîyan, tewli kesén olî tén réxistiné û piştre dijî Tevgera Azadîya Kurd tén réxistiné.

Lé  mixabin wan cîwanén û xortén Kurdan di bin maskeya olî de nasnameya xwe, çanda xwe û zimané xwe terikînin. Ji boy wé yéké keçén û xortén Kurdan piştre dijî gelé Kurd cîhé xwe sitînin.  AKP wé pilané  li Kurdistan’é karanîn dike. Kurdén AKP’é wana ne û wan kesan Kurdén hevkar, Kurdén rantxwer û Kurdén faşîstin.

Tevgera Azadiya Kurd gelek caran  yek alîyekî béçalakîtî û agirbest eşkere kir.

Gelé Kurd ji bona çareserîya pirsgireka Kurd xwas ku dewlet bila gavan bavéjî. Lé dewleta Tirk ji bona çareserîyé gavan navéjî. Mixabin dewleta Tirk teror û xwîné ji bona Kurdan re  nişan dide.

Di alîyé din de dewleta Tirk tewli PKK’é hewdîtinén dizî pék tînî. Li İmralî yé tew li A. Ocalan re hewdîtin tén pékanîn. Lé dewleta Tirk wan hewdîtinan û bazarîyan inkar dike. Gora wan bazarîyan pewîste ku operasyonén leşkerî  û operasyonén qirkirina sîyasî bila bén rawestiné.  Her wiha sîyasetwanén Kurd, yén ku di dosa KCK’é de hatine girtiné, pewîste ku bila bén berdané. Disa “xalén tekoşîna bi teroré” ku dijî gelé Kurd hatiné pékanîn, bila bén betal kiriné.

Lé dewleta Tirk mixabin hertim  du rû tevgerî û dewleta Tirk sozén ku bi devkî  dide, piştre inkar dike. Operasyonén leşkerî û operasyonén qırkirina sîyasî berdewam dike.  Di sé mehén  dawî de nezikî 900 kesî hatin bincav kiriné û yén piranîyén wan piştre hatin girtiné. Li tew komkujîya Colamérg’é, dewleta Tirk komkujîyén nuh karî bînî  rojevé.  Ji boy wé yéké dewleta Tirk dixwazî ku béçareserîya pirsgireka Kurd bînî rojevé. Yanî hertişt ji bona nuhwe despé bike.

Deshilatîya AKP’é dixwaxe kû, çekdarén PKK’é béşert û bémerc bila teslîm bibin. Dewleta Tirk bi fikir dike kû, dema ku wa tişta nebû, li wé demé çekdarén azadîyé çawa bén tune kiriné. Rejîma Tirk niha jî  di ser wé fikré de pilanan çédike.

Dewleta Tirk ji boy wé yéké tewli hemû dewletén cihané teqilîyan û hewdîtinan péjirinî û dixwaze ku wekî çalakîyekî “Tamîlvarî” li ser çekdarén PKK’é bimeşe û Tevgera Azadîya Kurd tesfîye bike.

Di alîyé din de  dosa KCK’é despékir. Ew doza, dozekî rastî nine û li wé deré lîstoka şano té pékanîné. Daxwaza dewleta Tirk ewe kû, bila siyasetwanén Kurd bila bin cezakiriné. Bi rastî jî siyasetwanén Kurd ku tén darizandiné, gunehbar ninin û ew kesana ésirîn an jî rehîne ne.

Deshilatîya AKP’é dijî rehîneyén siyasetwanén Kurd dixaze kû, ji PKK’é diréjkirina agirbesté  berdewam bike. Her wiha daxwaza dewleté ewe kû,  şerwanén azadîyé ji çiyan bila derkevin jér, an jî bila erde Bakuré Kurdîstan’é bila biterikînin. Ji ber wé yéké siyasetwanén Kurd nayén berdané. Ji berkû ew rehîne ne û ésirin.

Deshilatîya AKP’é û dewlet dixwaze kû, di hilbijartina 2011’an de serkeftinékî eşkere bike.  Her wiha li Kurdistan’é jî serkeftinékî fikir dikin. Ji boy wé yéké ez fikir dikim kû,  rehîneyén siyasetwanén Kurd nayén berdané. Her wiha şantaj, dek û her tiştén sextekarî di wé hilbijartiné de té karanîn kiriné.

Ji boy wé yéké Tewgera Azadîya Kurd pewîste kû, bila pir bala bibe û daxwaza Kurdan ewe kû, hemû gelé Kurd wan daxwazana bixwaze û dubara bike:

Jenosîda çandi, jenosîda zimané Kurdî û jenosîda gelé Kurd bila bé rawestiné ! Pewiste kû, ji bona çareserkirina û demokratîk a Kurd, divé siyasetwanén (rehîneyén) Kurd bila bén berdané. Dadgeha Tirk ne meşruye! Dozname bi temamî puçe û bé binge he. Operasyonén qirkirina siyasî û leşkerî bila bé rawestiné!

Silaw û réz. 31.10.2010

Şîrove binusê

Xeletîye: Keremê xo ra waranê name pirr bikerê.

(mecburî)

Xeletîye: Keremê xo ra adresa xo ya e-maîlî kontrol bikerê.

(mecburî)

Xeletîye: Keremê xo ra şîrove binusê

DersimInfo © 2012 All Rights Reserved

DersimTV