
Tertelê Dêrsimê û dardakirina Seyid Riza û hevalên wî di salvegera 73. de hatin bîranînê. Her wiha komkujîya û jenosîda Dêrsimê hatin şermezar kirinê. Seyid Riza û hevalên wî di 17. Mijdarê de li 1937an di bajarê Elazîzê de hatin dardakirinê.
Heta iwroj meyîtê Seyid Riza û hewalên wî kuderê hatîye binaxkirinê, lê kesî nizanî. Dewleta tirk jî cihên wana eşkere nake û dengê xwe dernaxinî. Ji berku hestîyên Seyid Riza û serokên netewî tirsê dide dewleta tirk. Şixwe gorî Şêx Seid û Seîdî Kurdî jî naye zanînê. Dewleta tirk mirî û zindî, ji hemû serokên kurdan re tirsî. Ji berku gorên kurdan jî wekî rêxistinekî ye.
Gelê Dêrsimê elewî ye û kurd e. Gelê Dêrsimê bi sedan salan di herema xwe de bi azadî jîyaye. Dewleta osmanî heta 1865an êrisî dêrsimîyan nêkirîye û tenê sîyasetekî qirêj û sîyasetekî zirav meşandîye. Herema Dêrsimê heta 1865an wekî dewletekî otonom jîyaye.
Paşê 1865an dewleta osmanî gelek mêtîngehên xwe winda kir. Ji boy wê yékê dewleta osmanî giranîyê xwe da anatoliya navînê û Kurdistanê. Dewleta osmanî hêdî hêdî êrişê Dêrsimê kir. Ji ber wê yêkê dersimîyan jî dijî osmanîyan û piştre dijî komara tirk hertim xwe parastin.
Dersimîyan heta komkujîya Dêrsimê an jî heta tertelê qet teslîm nêbûn. Paşê tertelê gelê Dêrsimê hat qirkirinê û piştre hat koçberkirinê. Bi deh hezaran kurdên elewî hatin sirgun kirinê. Herema Dêrsimê hat valakirinê. Li Dêrsimê piştre jenosîda spî dest pêkir. Li hemû heremê gelek dibistan ava bûn. Kurd, kurdî û elewîtî hat qedexe kirinê. Elewîtîya sersorî giran giran hat helandinê û hat pîspaye kirinê. Li Dêrsimê biryara fermana komkujîyê M. Kemal û parlementoyê tirk da. Dijî Dêrsimê propagandayê derew hat pêkanînê. Di wê propagandayê derew de tê gotin ku M. Kemal li wê demê de nexweş e û xeberê xwe nine. Qaşo M. Kemal dostê elewîyan e û gelê Dêrsimê qirnekiriye.
Ji paşê 1970an çepgirên tirk ketin heremê û gel rêxistin kirin. Çepgirên tirk sloganên “serbixwa Tirkîye” awitin. Ji ber wê awayîyê herema Dêrsimê li Kurdistanê nine. Ango wekî perçeyekî Tirkîyê ye. Çepgirên tirk jî gelê Dêrsimê asîmile kirin. Bi taybetî jî çeteyên maoist li Dêrsimê ziman, bawerî û çanda dêrsimîyan qedexe kirin û piştre tune kirin.
Ji boy wê yêkê elewîtîya sersorî li Dêrsimê derbekî giran sitand. Çepgirên tirk li Dêrsimê zimanê kurdî û bawerîya elewîyan qedexe kirin. Li Dêrsimê bira dijî bira, malbat dijî malbat, eşîr dijî eşîr wekî dujmin bûn. Mixabin cepgirên tirk ziyanê ku da Dêrsimê, ez bawerim ku dewleta tirk waqas ziyan neda me.
Li 12 Rezan 1980an derbeya leşkerîya faşist hat pêkanînê. Li Tirkîyê û hemû hereman paşwerutîkî mezin pêşwaçu. Li Dêrsimê dibistana olî û qirsa Qirané avabû. Her wiha cara yekemîn camîyek avabû. Piştre gelê Dêrsimê di bin bandorîyekî giran de ma. Li derdora Dêrsimê bi dehan camî avabun. Dewleta tirk xwast ku gelê Dêrsimê elewîtîyê bi terikînî û bibe misilman. Ji boy wê bandorîyê û zordarîyê gelê Dêrsimê herema xwe terikand û koçberîya rojava Tirkîyê û Ewrupayê kir.
Bi hezaran dêrsimiyan çûn Ewrupayê û pistre li wê derê bûn penabêr. Wate wê penaberîyê û koçberîyê ew e ku dêrsimiyan di wê penaberîyê û koçberîyê de zimanê xwe, bawerîya xwe û çanda xwe winda kirin.
Îwroj li Dêrsimê û li derwa du cûre gel heye. Yê yekemîn gelê Kurd, yên ku xwe re dibêjin kurdê welatparêz. Yê duyemîn jî, yên ku xwe re dibêjin “Zazatî, dersimatî, kemalîst, çepgirên tirk û hwd.” ne, xayîn, rantxwer û çete ne.
Îwroj li Dêrsimê du cûre elewîtî heye. Yê yekemîn elewîyên rastî, ango elewîyén sersorî. Yê duyemîn jî elewîtîya M. Kemal. Ango elewîtîya Mihemmed-Elî. Elewîtîya Mihemmed-Alî, elewîyêtîyekî dewletê ye û komkujîya Dêrsimê vêşirinî an jî dapêçinî.
Elewîtîya M. Kemal an jî elewîtîya dewleta tirk, asîmîlasyona elewîtîyê, asîmîlasyona çandî û asîmilîlasyona bawerîyê û tunebûna elewîtîya sersorîyê dike. Elewîtîya Mihemmed-Elî paşê komkujîya Dêrsimê di heremê de dest pêkir.
Di elewîtîya Dêrsimê de îkrar heye, di îkrarê de misayîtî heye, di îkrarê de pîr û talo heye û reyber heye. Di elewîtîya Dêrsimê de Dizgun Bava heye, Munzir Bava heye, Buyer heye, Jelê heye, Haskar heye, Baxir heye û serdanên piroz heye. Di elewîtîya Dêrsimê de Sultan Xidir heye, Kurêş heye, Ba Masur heye û pêxamberê mezin Xizir heye. Em dikarin wan navan dirêj bikin.
Di elewîtîya M. Kemal de ango di elewîtîya Mihemmed-Elî de ew tiştana nine. Elewîtîya M. Kemal dujminê elewîtîya Dêrsimê ye, dujminê çanda Dêrsimê ye û dujminê zimanê kurdî û dimiliyê ye. Daxwaza wana ew e ku zimanê kurdî, çanda kurdî û elewîtîya kurdî bila bê pîspayekirinê û piştre bila bê tunekirinê.
Ji boy wê yêkê hemû kurdén elewî, bi taybetî jî elewîyên Dêrsimê pêwîst e ku yêkitîya xwe çêbikin û rêxistinên xwe avabikin. Ji berku dijî elewîtîya sexte xwe biparêzinin û asîmîle nebin.
Silav û rêz












selo qij
26/11/2010
kek sedat tu gelêk xweş nivisandîye lêbelê ez dixwazim tiştêkî tu çewt nivisîye raşt bikim..tu cîyêkî de nivisandîye ke ” Elewîtîya M. Kemal dujminê elewîtîya Dêrsimê ye, dujminê çanda Dêrsimê ye û dujminê zimanê kurdî û dimiliyê ye” tu di vî hevokê de gotîyê zimanê kurdî û dimiliyê..tu kurmancî weke kurdî binavkirîye û dimilî ji dervayê kurdî avetîye..ê ku zazacitî dikin, tu jivan re dibeji cudatî dikin û kurdî parçê dikin lêbele tu bi xwe jî diqqêt nakî û qoz didî destê van cudaxwazan..
Sedat Gezgin
09/12/2010
Brayé Selo Qij. Min rexna te xwiyand. Lé belé gotinamin ewe ku, “Dimilî” devoke kî taybet e. Mın qet negot “Dimilî” zaravanekî serbixaye. Ango wé daxuyanîyé min, dewleta Tirk, bawerîya Tirk, “elewîtîya Tirk” û hertiştén Tirkan dujminé bawerîya Kurd, dujmîné zimané Kurd û dujminé Elewîtîya Kurdanin. Silaw û réz.Sedat Gezgin
selo qij
26/11/2010
çi heyfa ke nuştoxî ma ke xo sey welatperwer hesebnayenê zaf cay de vanî kurdî û zazakî ,yan zî ferhengêk vejenî ser de nusenî ferhengê kurdî-tirkî..no ferhengî de yan kitabî de kamcî lehçe ameyo esas girewtiş qet dîyarî nêkenî û bi no şeklî lehçeya kirdkî( zazakî) erzenî teberî kurdî..ganî nuştoxê ma welatperwer diqqet nê xususanî bikir û rûn nêsawe nanê cîyayewaştoxan..
Murate Cerme Kirmanc
12/12/2010
Gane be nusnayene kurdiya kurmanci u kurdiya kirmancki….