Çareserî an jî Tesfîye? – Sedat Gezgin

Tekoşîna Tevgera Azadîya gelê Kurd berdewam dike û bilind dibe. Lê daxwaza dewleta Tirk ewe kû, Tewgera Azadîya Kurd bila bê tesfîye kirinê û bila bê tune kirinê. Gelê Kurd aşitîyê û çareserîya pirsgireka Kurd dixwaze. Lê mixabin dewleta Tirk gêzirandina Kurdan berdewam dike.

Dewleta Tirk ji alîyekê qala aşitîyê dike û pirsgireka Kurd tênî ziman. Serokkomar Abdullah Gul li 2009’an got, “ Ez bawer im, tiştên baş çêdibe.” Lê heta iwroj nezikî 1700 sîyasetwanên Kurd hatin girtinê. Ew buyera tiştekî tesfîye kirinê bû û armanca dewletê ewe kû, di hilbijartina 2009’an de partîya BDP’ê bila bê tesfîye kirinê. Lê gelé Kurd ew komployê qirêj derxist holê û piştre di hilbijartinê de serket û nezikî di 100 Şaredarîyê de serfîrazîyê xwe eşkere kir.

Bi rastî “îslama siyasî”, ango partiya AKP’ê, programekî xwe ji bo ser çareserîya Kurd hin nine û naye zaninî. Li erdê Mezabotané “îslama siyasî” heta iwroj pirsgireka netewî çareserî nekiriye. Partîya AKP’ê dema ku firsendê bibine, li wê demê çareserî nine, tunebuna Kurdan, an jî tesfîye kirina Kurdan tê rojevê.

Dewleta Tirk tesfîye kirina Kurdan wekî tesfîyekirina Tamilan li Sri Lanka’yê difikir dike. Ji boy wê yêkê tewli hemu dewletên cîhanê teqilîyekî dîplomatîk dimeşinî. Dewleta Tirk tew li Emerika’yê, tew li Ewrupa’yê, tew li Ereban û tew li Farsan hevdîtinan çêdike. Armanca wan hevdîtinan ewe kû, tevgerekî tunebunê pêjirandin bike.

Dewleta Tirk li alîyekî tew li A. Ocalan re hevdîtinan çêdike û li alîye din wan hevdîtinan înkar dike. Dewleta Tirk ji boy ser rêweberên Kurdistana Başûr bandorîyekî mezin dimeşinî û hewldide ku hêzên Başûrê Kurdistanê dijî Tevgera Azadîyê karanîn bike.

Deshilatîya Tirk di ser sînora Kurdistana Başûr de dixwaze ku “Herema Tampon” damezirandin bike. Ji ber wê yêkê baregehên nuh hatine avakirinê û bi hezaran leşker hatine bi cîh kirinê. “Herema Tampon” di heman wê demé de wekî herema bêînsankirinê ye. Ji boy wê awayîyê Kurdîstana Başur û Kurdîstana Bakur tê cuda kirinê û teqilîya wan perçan tê tecrid kirinê.

Bi rastî jî dewleta Tirk dixwaze hinek erdê Bakur bide Iraké û guhertina sînorê çêbike. Hewldana dewleta Tirk jî boy wê yêkê hertim berdewam dike. Her wiha dewleta Tirk dixwaze ku li ser çema Zapê 11 bendavan çêbike û teqilîya Başûr û Bakur bila bê qetandinê.

Her wiha dewleta Tirk dixwaze ku li Irakê tew li bêdeshilatîyên Ereban re peymanan morbike û hêzên Federal Kurdistanê wederbike. Deshilatîya Tirk bandorîyekî li ser Ereban dimeşinî û dixwaze ku hinek peymanan dijî Tevgera Azadîya Kurdan morbike û daxwaza xwe bi péjirinî. Di hefteya din de seroké serkanî yé giştî yé Irak’é Zebarî got, “ bé Kurd peymanek ne mimkune.” û ji ber wé yéké daxwaze dewleta Tirk eşkere kir.

Partîya AKP’é di referandumé de serket. Gelé Kurd di referandumé de “Boykot” got û hézén xwe îsbat kir. Ji boy wé yéké navbera AKP’é û BDP’é bégaviyek hevdîtiné derket holé û hevdîtinek hat pékanîn. Lé Serokwezîr Erdoğan siyasetekî du rû dimeşinî. Gelê Kurd Destura Bingehînekî nuh dixwaze û di Destura Bingehînê de mafên xwe dixwaze û gelê Kurd di wê Destura Bingehîn de dixwaze ku mafên xwe bila bê garantî kirinê.

Partiya AKPé û Serokwezîr Erdogan qala Destura Bingehîna nuh dike. Lê ew dibeje ku Destura Bingehîna nuh paşê hilbijartina 2011’an bila bê amede kirinê. Ango wê gotinê Serokwezîr Erdogan dixwaze ku Destura Bingehîna nuh dijî Kurdan wekî şantaj karanîn bike û ji Kurdan dengan biqetinî.

Gelê Kurd li dibistanan perwerdayîya zikmakî dixwaze. Îsal di destpéêka perwerdayîyê de zimanê Tirkî û perwerdayîya Tirkî hat boykot kirinê û 5 rojên şagirtên Kurdan nêçûn dibistanan. TZP-Kurdî ew çalakîya rêxistin kir û gelê Kurd piştgirî da wê çalakîyê.

Lê Serokwezîr Erdogan got, “Bi Kurdî (perwerdayîya zikmakî) nabe, gelê Kurd karî zimané xwe di qursan de hîn bikin.” Ew gotinekî provaksîyone û înkara zimanê Kurdî ye. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî piştgirî da AKPê û got, “em jî dijî perwerdayîya zikmakî ne, Tirkî zimanê fermî ye.” Ji boy wê yêkê taybet partiya AKPé û bi taybetî jî partiya CHPê siyaseta nijadperest û netewperestê faşist eşkere kirin.

Di alîyê din de Seroké TUSÎADê Umît Boyner di axaftina xwe de got, “Dewlet mecbur e ku perwerdayîya zikmakî çêbike.” û siyaseta hikmatê rexne kir. Divê gelê Kurd çalakîyên bêîtaatkar berdewam bike. Dema ku pewîste bila zarokên Kurdan bila nêçin dibistanan û perwerdayîya Tirkî bila bê boykot kirinê. Divê bi taybetî jî dibistanên YÎBO bila bên boykot kirinê. Ji ber kû ew dibistanan ji bona asîmîlasyonê hatine damezirandinê.

Gelê Elewî di referandumê de ketin paş partiya CHPé û “eré” gotin. Ew Elewîyên ku “eré” gotin û piştgirîyê didin CHP’ê, kê ra xizmet dikin? CHP Elewîyan înkar dike û mafên Elewîyan jî nas nake. Serokê CHP’ê K. Kiliçdaroglu eslê xwe înkar dike. Partiya CHP’ê 80 salane tenê Elewîyan karanîn dike.

Li Dêrsimê gelê Kurd di referandumê de % 82 “na” hilbijart. Ew hêjmara dengên bêrtekin û dijî AKPé ye. Bajarê Dêrsimê 57 hezar dengên xwe heye. 20 hezar deng nêçun li ser sandoqan û referandum boykot kirin. Gelê Dêrsimê Elewîye û ji boy wê yêkê dijî AKP’ê ye û di referandumê de “na” gotiye.

Partiya AKP’ê niha jî sazîyên Elewîyan yê sexte damezirandin dike. Hinek Elewiyên xayîn û rantxwer sazîyekî nuh avadikin û nava wê sazîyê jî “Pêngava Elewîyên Demokratîk” e. Qaşo gelê Elewî piştgirîyê didin AKP’ê. Ew pilana qiréj ji bona hilbijartina 2011’an tê amede kirinê.

Tevgera Azadîya Kurd pêwiste ku pir xişyar û baldar bibe. Ji berkû dewleta Tirk dixwaze ku Tevgera Azadîya Kurd tesfîye bike. Li 2011’an di meha Puşpêr de hilbijartina nuh heye. Divê gelê Kurd û rêweberên wan bila pir baş amade bibin. Gora hilbijartina berê, gelê Kurd hêzên xwe zêde bike û di wê hilbijartinê de bila pir qenç derbikeve. Ji boy wê yêkê gelê Kurd pêwîste ku yekitiya xwe baş pêşwa bike.

Silav û rêz.

Sedat Gezgîn

(Resim: L-plate big cheese)

Şîrove binusê

Xeletîye: Keremê xo ra waranê name pirr bikerê.

(mecburî)

Xeletîye: Keremê xo ra adresa xo ya e-maîlî kontrol bikerê.

(mecburî)

Xeletîye: Keremê xo ra şîrove binusê

DersimInfo © 2012 All Rights Reserved

DersimTV